Make your own free website on Tripod.com
dengubas

WIN BI XÊR HATIN

Revandina tawanbarekî ji nexwaşxaneyekê li Kerkûkê 

     Ev roj bi sibehê komek ji çekdaran hêrîş kirin ser nexweşxaneyekê li Kerkûkê û karîbûn tawanbarek birîndar ji nexweşxaneyê birevandina.

Ajansan ragihand ku îro çarşemê giropek çekdar hêrîşkirin ser nexweşxaneyekê û tawanbarek birîndar ji nexweşxaneyê revandin ku ser bi wê giropê ye ku yek ji dadwerên di dadgehkirina Sedam de rûniştî kuştibûn.

Herweha li gor jêderên asayêşî û pijîşkî sê efserên polîs di encama wê hêrîşê de hatin kuştin.

PNA

Li Akedemîya polêsên Iraqê êrîşek xwekujî

Duhî 2 terorîst xwe li navenda Bexdayê teqand. Li gor dengubasên polêsên Iraqê, duhî 2 terorîst xwe di Akedemîya polêsan de xwe teqand di encama vê bûyerê de 40 kes hatin kuştin û 70 kesê din jî birîndar bûn. Li gor agahîyan wan terorîstên xwe teqandin herdu jî jinin û li Akedemîyan polêsan dixwendin. Herwiha wan herdu jinan xwe bi bombayan pêçand û xwe di Akamedîya Polêsên Iraqê de teqand di encama vê bûyerê de 40 kes hatin kuştin û 70 kesê din jî bi giranî birîndar bûn.

Çawkanî PNA

wene.jpg

 Barzanî û Talebanî: Piştî pirosa hilbijardinê emê bi şêweyeke rastî bo yek kirina herdu îdaran kar bikin

  Ev roj yekşemê li havîngeha Pîrmam (Selehedîn) herdu birêzan Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û Celal Talebanî Serokê Komara Îraqa federal bi hev re civîyan û li ser hilbijardinên dahatî yên Îraqê û yek kirina herdu îdareyên Kurdî axivîn.

Piştî civînê herdu birêzan konfiransek rojnamevanî li darxistin, di despêka konfiransê de birêz Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê weha got: ev seredana derfetek bû bo dopatkirina hilbijardinên dahatî, em bi hemû karînên xwe kardikin daku ev hilbijardinan serkeftîbin û piştre emê bi şêweyeke cedî li gel birayê xwe Celal karbikin da em rewşên xwe rêkbixin, di warê yek kirina herdu îdareyan û çaksazîya vê bardoxî.

Piştre birêz Celal Talebanî serok komarê Îraqê li ser hilbijardinê axivî û got: Di vê civînê de em bi dirêjahî li ser pirosa hilbijardinê rawestîn û me handana gelê Kurdistanê bo beşdarî kirin li hilbijardinê kir û emê dê li ser hikûmeta Îraqî yê dahatî hizirbikin û emê dê li ser rewşa hundirî baxivin û herwiha yek kirina herdu îdareyan û çaksazîyên li Kurdistanê, nerînên me wek hev bûn û ez bawerim dê li pêşerojê jî her wiha be û ev seredan dê berdewam bin heger li vir bin yan Bexda yan Dokan.

Sebaret bi paşxistina ragihandina yek kirina herdu îdareyan birêz Barzanî got: Em bi şêweyeke cedî li ser vê babetê mijûlin, lê bi egera ku ez û birêz Celal Talebanî li seredanê derve bûn û niha jî em nikarin hemû karên xwe bi hevre encam bidin çûnke em bi hilbijardinê mijûlin, me biryar da ku piştî hilbijardinê em hemû karînên xwe bidin bo yek kirina herdu îdareyan û çaksazîyên karûbarên xwe.

Herwiha sebaret bi yek kirina herdu îdareyan bi rêz Talebanî got: Em li ser hemû helwêstên Stratîcî, nêvnetewî, herêmî û hundirî rêkeftîne û nerînên me sebaret bi yek kirina herdu îdareyan wek hevin û piştî hilbijardinê em pêkola yek kirina herdu îdara bikin.

Herwiha Talebanî got: Em hemû karînên xwe dikin ku hilbijartinê dahatî serkeftî bin ji berku ev hilbijardina bandora xwe li ser destûr heye û 52 yasa li pêşîya parlemane û hemû yasa pêwendî li gel welatîyê Kurdistanê hene û ji ber dê wezaretên nuh dirust bibin wek yê Neftê, Kehrebê ku pêwendîyên wê bi xizmetkirin welatîyên Kurdistanê heye.

Herwiha sebaret bi parlemana dahatî û girîngîya wê bi rêz Talebanî got: Parlemana dahatî ji vê parlemanê niha girîngtire û sedem jî ewe ku li dirêjahîya Çar salan didome lewra em dixwazin gelê Kurdistanê vê rastîyê bizanibe daku beşdarî li hilbijardinê bike.

Birêz Barzanî xuyakir ku paşxistina yek kirina herdû îdareyan ne astenge bo pêşketina doza Kurdî û got: Paşxistina ragihandina herdû îdarên Kurdî ne astenge bo pêşketina doza Kurdî ji berku parleman yeke û herdu îdare di rêkeftinek temamî de ne û weke me gotî, ragihandina yek kirina herdu îdaran dê di demê rast de be.

Di bersiva pirsekê Sebaret bi babeta ku di rojnama (Yêdîot Ehrînot) yê Israîlî de belav bûye ku dibêje, dezgehên emnî yê Israîlî li Kurdistana Îraqê hene û meşq (fêrkirin) bi hêzên pêşmerge bo fêrkirina çekan dikin, serokê Kurdistanê got: Pêşmerge pêwîstî bi ti kesî nîne ku wan fêrî çekan bikin.

Sebaret bi pêwendîyên Tirkî Kurdî, birêz Barzanî got: Seredanên di nêvbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkîya berdewamin, niha arasteyek nuh û pozotîv ji alîya Tirkîyayê û hikûmetê de heye, wek em hest dikin, Tirkîyayê dixwaze çareserek aştîyane bo doza Kurdî li Tirkîyayê bibîne û me ew aguhdarkirin ku heger ev arasteya heye emê dê bi hemû karînên xwe alîkarîya dewleta Tirkî bikin.

 

People shouting at the world over megaphones; Size=240 pixels wide